Volqana Dılê Spîkerê Radyoya Dengê Welat (1) – Medeni FERHO

 

Bi volqanî di fûre dengê spîkerê Radyoya Dengê Welat…

Volqana agir e dilê min; ne gotin, ne stran, ne helbest, ne av dikare bitefîne agirê dilê min.

Êşa dilê min, biqasî êşa dilê Dayikên Şemiyê dijwar e,  qolincên   t’a û tewrênekên mirinê digerîne di laşê min de. Xwîna spî, bombeyên spî, qîrênên spî, zeytunên spî, di reşka çavên min de  dibine baxçe.

Ferhengê gelên cîhanê di yek helbestê de kom bibin, têr nakin,  nikarin bibin derman. Nikarin tirsa zarokên Efrînê bînin ziman,

Nikarin semaxa kalikê Mîraya di qeşayê de razayî  bînin ziman.

Gelo di kîjan pirtûka pîroz, dikare gunehklariya li hemberî Remezan û nebiya wî Miray, di pira selatê de bikin lewhe û daleqînin? Kîjan wenêkêş, kîjan hostayê peykeran dike?..

Heftê û heft Pîcaso, Salvador werin cem hev,   hawara Cizîrê, bedena Surê, çaryana Şirnexê, girikên bi barudê fetsînok, avahiyên wêran, ezmanê bi  balafiran pelixî, erda qazanan parçekirî kolanên ji dengê zarokan bêpar mayî, neqiş bikin.

Rengên deh hezar salî, gelo, wê di çend rengan de, di çend xêzikan de xuya bikin û siya bextewariya ku Nazim Hikmet, ji Abidîn Dîno xwest çêbikin? Evîna Aragon, evîna Mem neçar dimînin û Ferhad nikare çiyan qul bike…

Reng  û gotin, çakûç, miqar û mezrebe têra  nîgariyê nakin, nikarin nikarin tirsa zarokan destnîşan bikin

Zarok,  dibin dawa dayikên xwe de digirîn,  zarokên di pêsîra dayikên bê can de, li germê, li hilma  şêrîn digerin û dixwazin di hêlîn û lîsê parastinê de razin. Bê tirs, bê dengê bombeyan, bê xurêna meterilyozan…

Giriyê zarokan spî ye, xîzêna qirika wan, lêdena dilê wan spî ye… Ji mij û morvanê, ji bayê fetsînok, ji rengê sor ditirsin…  Ne ezman dibê dayika tirsê, ne erda pelixî… Dayik û zarok, mirov û ax û hawa û agir, barud û palêtên tankan, zarokan dikujin, hêviyê dikujin, helbestê dikujin, ziman dikujin, stranan dikujin.

Ev navê Roma Reş e!…

Roma Reş, li her cihî li pey xwe wêraniyan, bênderên kuştiyan dihêle. Mirovan dikuje li ser hev dike girîş, avahiyan wêran dike, dikê şikêr, keda mirovan  bi xwêhdana mirovan dike xerca kavilan… Daran, kulîlkan, wêneyê şahmaranê li ser dîwaran  parçe dike…

Kevokan bi çiqliyên zeytunê re  dikuje… Bêhna dijwar, bi dengekî volqanî tê…

Wê rojê!…

Roja gonê,

Roja ku 72 balafir di atlasê ezman de mil dane hev, ezman dagir kirin û Çiyayê Kurmanc bi dengê bombeyan, bi duxan, toz û parçeyên kevir û kûçan, dar û mirov kuştin, jiyan  ji hev de bedidandin…

Li aliyekî Rusya hejiya, li aliyekî   Emerîka… Ewropa di xewa şêrînde bû.

Efrîqa bi birçîbûnê mijul bû, Hindistan bi birçîbûna Gandhî mijul bû, Misir di bedena xwe de dihejiya,  Îran, di bextê molleyan de dişewitî û Çiyayên Kurdistanê  bi xwehdana agirî  top û bombeyan diheliya.

Cihan volqenek bû, desthilatdar hem kerr in, hem kor in, hem lal û bêbext in.

Gel di nava girî de, melûl û tirsonek e,  sil û veciniqî ye, di anîşk û kûçan de melisî ye… Ne star heye ne qiram…

Dengê balafir û tanq û topan, her dem dengê mirovan, gelan û xelkê, ked û xwehdanê, ziman û çandê  dikuje… Kes dengê zilmê nake… Zilm tirsê ditirsîne, mirinê bêdeng dike, deng bê deng dike.

Kes dengê zarokên li Efrînê nake…  Kes êşa dayikên li Efrînê, li Cizîr û Surê, li Nisêbîn û Şirnexê nake. Kes dengê Dayikên ;emiyê nake… Kes cihê zarokên winda kifş nake…

Kî dibêje cîhan biçûk e…  Ji rojhilat û rojava, ji bakur û başûrê cîhanê, tenê fuze zu  diçin û tên, tenê bombe dengê xwe digihînin çar aliyên cîhanê… Dengê êşa zarokan, dengê birîndaran, dengê qirkirinê, dengê  bajarên wêran nayê bihîstin

Wek Neruda, ez ê helbesta xwe bi xwînê binivîsim, li baxçê gelan bigerim

Wek Xanî, ez ê hêviya yekîtiyê biqîrim, nokeran li arafa Dantê bi cih bikim

Wek Frêderike Geerdink, welatê bê welatan biqîrim  û nexşeya cîhanê ya bê Kurdistanê bi Kurdistan bikim

Ez ê her gotina xwe bi êşê  bipêçim, bi hişekî şiyar bêjim û li demê bar bikim… Barud êrîşî gotinên min bike, parçeyên şarapnêlan gotinên min birîndar  bikin jî,  ez ê qîrêna dilê xwe, bi qolincan bar bikim û belav bikim.

Di temaşekirina komkujiyan de, di çavdêriya  wêrankirina bajarên Kurdistanê de di şewitandina komên xelkê di jêrzemînan de, bêdeng nabim…

Li Kurdistanê, li bajar û gundan, li çiya û deştan, di malan de, di kuştina kalan de…

Dema ku xwîn û rondik û jan tevlîhev dibe, nikarim bêdeng bimînim.

Birîndar, ji êşa dijwar lal dibin, bi çavên xwe, bi  rûdêna şewitî  diaxivin…

Cîhan kerr û lal û kor bûye,

Ne bedenên parçekirî li kolanan dibîne, ne bedenên parçekirî li Roboskê, li Serhed û Bagokê  dibîne… Ne bedenên şewitî, ne av û axa şewitî, ne qirkirina bax û baxçeyên zeytunan dibîne

Kerr û lal xîhan, rondikên dayikan, xwîna zarokên ku dibine strana “weytî jarê” nayên dîtin û li ser sifra çar danên rojê di deynin.

Çavdêriyê bikin; dayik û bav çawa dilê daxdayi diguveşin, çawa xwîna zarokên xwe di niqutînin gorîstanan. Ji jana dil, taqeta gotinê nemaye, semaxa sekna li ser piyan qediya ye…

Tenê hêza pênûsê, hêza gotinê  maye….

Divê gotin û pênûs bibin mertalên zindî, li kolan û malan, li çiyan û deşt û newalan, li gastîn û bênderan, li rez û baxçeyên zeytunan bibin mertal… Bi hasret û diljana dayikan, bi hasreta dubare bilorînin.

Dayikên ku di paşila wê de fotografê kurê şehîd, keça şehîd vedişêrin, di asoyên welat de, li benda kurê li eniya şer e, li benda keça li eniya şer e, kûl û keseran dihune bibînin…

Volqana dilê dayikên Kurdan, hem derya ye, hem  ewrên li ezman in… Gerdunê di pêsîra xwe de xwedî dikin…  Erd e, xweza ye û  ademiyetê di bedena xwe de diparêzin… Hem digirîn, hem dilîlêne, hem qîran dide, ji bo siberojan ducanî ye, jara basimbarî  dihejîne û dibêje, azadîîîî!…

Azadî  navê zarokên dayikên Kurd e.

————————

1.- Ji Destanê Efrînê

Related Articles